Parêzgeha Hemdanê û Herêma Kurdistana Iraqê liyêkgiheştinama hevkarîya aborî wajo kirin
Tebax 15, 2019 17:25 Asia/Tehran
Parêzgeha Hemedan a Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê di warê pêşxistina ticaretê û lidarxistina nîşangehên berheman de liyêkgiheştinama ticarî wajo kirin.
Desteya Ticarî ya Iraqê bi sergêrîya Serokê Yekitîya Bikirr û Bifiroşên Herêma Kurdistanê Şêx Mistefa Ebdulrehman Ebdullah li rex seredana nîşangeha Çente û Pêlavan a Hemedanê li rojavaya Îranê, 4 liyêkgiheştiname di warên kirrîna pêlavên îranî û zemînesazîya jibo firotina wan bo Herêma Kurdistana Iraqê de wajo kirin.
Desteya Ticarî ya Iraqê herwiha peymanek bi şirketa bajarokên pêşeyî ya Hemedanê re bi merema lidarxistina nîşangehên Çente û Pêlavan ên Hemedanê li Herêma Kurdistana Iraqê wajo kir.
Li Parêzgeha Hemdanê zêde ji hezar kargehên dirûtina pêlav û çenteyan hene.