Tebax 15, 2019 14:54 Asia/Tehran
  • Edmîral Xanzadî: Serdema cirîd û nimayişa xapokîn li Kendava Farsê bi dawî hatîye

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê zilhêzên derveyî-navçê hişyar kirin û got: Serdema cirîd û nimayişa xapokîn li Kendava Farsê bi dawî hatîye û divê dijmin zûka terka vê herêmê bidin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê Edmîral Hisên Xanzadî di merasima kutabûna Pêşbirkên Navnetewî yên Nuqumbûna Nav Avê yên Leşkerên Cîhanê li Grava Kîşê de pêgirî kir: Amerîka, Ingilîs, Rêjîma Sîyonîst û hevpeymanên wan divê bizanibin ku bereya berxwedana islamî ya deryayî di halê pêkhatinê da ye û serdema talankirina sermîyanên navçê kuta bûye.

Edmîral Xanzadî amajeyî pêwîstîya parastina aştî û ewlehîyê li herêmê kir û got: Aştî û ewlehîya komkî li deryayê hewcedarê dostî, hevkarî, hevdilî û têgiheştina hevpar têkildarî deryayê ye û eva di halekî da ye ku hin zilhêzên zorbêj nikarin vê yekê fam bikin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê amajeyî lidarxistina Pêşbirkên Nuqumbûna Nav Avê yên Artêşên Cîhanê bi pişkdarîya welatên 4 Parzemînên cîhanê li Îranê kir û got: Derveyî hewildana kirêt a dijminan, tîmên leşkerên yên cîhanê yên pişkdarê wan pêşbirkana, karên hêjayî fexrê û bixîret li dilê Kendava Farsê yanî Grava Kîşê nîşan dan.

Çaremîn Dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Nuqumbûna Nav Avê yên Leşkerên Cîhanê-2019 bi pişkdarîya tîmên ji 4 Parzemînên cîhanê bi mazûvanîya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji 14 heta 15`ê Tebaxê li Grava Kîşê li başûra Îranê hat lidarxistinê.

Tîma Nuqumbûna Nav Avê ya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê di wan pêşbirkên navnetewî de, di rêza sêyem de û tîmên Ûrsêt û Çînê jî bi awayê rêzê di rêzên yekem û duyem da cî girtin.