Tebax 15, 2019 13:28 Asia/Tehran
  • Hucet ul Islam Reyîsî: Sînorên Parêzgeha Kurdistanê di asteke bilind a ewelhîyê da ne

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê bi gotina vê yekê ku sînorên Parêzgeha Kurdistanê di asteke bilind a ewlehîyê da ne, dîyar kir: Dezgeha Dadwerîyê bêewlehîtîya herîpiçûk li vê parêzgehê tamul û qebûl nake.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê Seyîd-Irahîm Reyîsî îro dema gihîşt Balafirgeha Şehîdên Sinê li Parêzgeha Kurdistanê got: Bi saya fidakarîyên curbicur gelê vê deverê di nav ewlehîya tam de ye û ev yeka alîlarîyê dide pêşxistina vê parêzgehê jî.

Hucet ul Islam Reyîsî herwiha got: Divê di bin sîya vê ewlehîyê de pêşxistina Parêzgeha Kurdistanê were şopandin ku armancên sereke jî berfirekirina derfetên karkirinê, nehîştina bêkarîyê û geşkirina berhemanînê bin ku Dezgeha Dadwerîyê jî vê yekê dişopîne û alîkarîyê dide serêxwegirtina wan.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê herwiha got: Em ser vê bawerê ne ku bihost bi bihosta vê parêzgehê egîtî, fidakarî û berxwedena gelê Kurdistanê û ciwanên Besîcî û hêzên leşkerî û ewlehîyê bi bîr dixe û ewlehîya ku roja îro li vê parêzgehê heye encama hişyarî û agahbûna gel û xwîna şehîdan e û weke rêzgirtina li vê kerema ilahî, divê hertim were parastinê.