Rêberê Inqilabê: Divê bi awayekî xurt himberî komploya Seûdî û Imaratîyan a jibo perçekirina Yemenê bisekinin
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêgirî kir ku Seûdî û Imaratî bi dû perçekirina Yemenê ne lewma divê bi awayekî xurt himberî vê komployê bisekinin û pişta Yemena yekperçe, hevgirtî were girtin.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê şeva buhurî di hevdîtina digel desteyeke Tevgera Ensarullaha Yemenê de pesna gelê Yemenê ji ber bawerî, berxwedan, hişmendî û morala cîhadî ya vî gelî da û pêgirî kir: Parastina yekperçetîya Yemenê ligorî bawerîyên dînî û etnîkên curbicur ên vî welatî hewcedarê gotûbêja alîyên yemenî xwe ye.
Hezretê Ayetullah Xaminêyî herwiha got: Gelê Yemenê bi şaristanîyeta kûr û dîrokî ya xwe û bi morala têkoşerane û berxwedana di 5 salên buhurî de nîşan daye ku pêşerojeke baş heye û yê dewleteke xurt ava bike û di çarçova wê dewletê da jî yê li pêş bikeve.
Wî amajeyî helwestên Komara Islamî ya Îranê yên dijî Amerîkayê û welatên rojavayî kir û pêgirî kir: Ew helwest ne ji ber tesîbê belkî ser bingeha rastîyan û kiryarên rayedarên Amerîkayê û welatên rojavayî ne ku bi rûvek û şiklekî insanî, medenî û exlaqî, cînayetên herîgiran dikin.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha sersarîya welatên rojavayî himber cinayetên ku li Yemen û Filistînê diqewimin, mînakeke rastîyên cîhana roja îro zanî.
Hezretê Ayetullah Xaminêyî herwiha tevî ragihandina piştgirîya ji têkoşîna jin û mêrên bawermend û berxwedêr ên Yemenê, dîyar kir: Divê bi hêza bawerî, berxwedan û piştkutana li alîkarîya Xwedê teala derkevin pêşberî van zilhêzên cinayetker û tenha rê jî hema eva ye.
Di destpêka vê hevdîtinê de, Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdulselam nameya Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê Seyîd Ebdulmelik Bedredîn raberî Hezretê Ayetullah Xaminêyî kir û got: Gelê Yemenê ku di rewşeke gellekî dijwar de derbas dike bi destê vala lê, bi îman û berxwedanê himberî zorbêjîya 17 dewletan sekinîye.
Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdulselam herwiha got: Ez sozê didim we ku gelê Yemenê dê bi awayekî yekgirtî berxwedana xwe himberî zorbêjî û zilmê heta serketina tam bidomîne.