Tebax 13, 2019 19:52 Asia/Tehran
  • Zerîf: Hegera sereke ya bêewlehtîya li Kendava Farsê, destwerdan û terorîsma aborî ya Amerîkayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destwerdan û terorîsma aborî ya Amerîkayê ya dijî îraniyan wekî hegerên sereke yên bêewlehtîya li Kendava Farsê zanîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro bi weşandina hin pişkên hevpeyvîna xwe ya vê dawîyê ya digel Kanala Al Jazeerayê li Twitterê, nivîsî: Bicihbûna paporên welatên bîyanî li navça Kendava Farsê û veguherîna wê herêmê bo bermîla barûtê tenê dibe sedema zêdebûna rîska teqînê.

Zerîf herwiha pêgirî kir: Heke Amerîka ewlehiya deryagerîyê dixwaze, divê kiryarên alozker û bêistiqrarker ên xwe rawestîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku belavkirina çekan, gefan li ewlehîya navçê dixwe, dîyar kir: Îranê sala buhurî tevî ku milyonek leşeker hene, tenê 16 milyard dolar jibo armancên leşkerî xerc kirîye û Erebistanê bi tena serê xwe 5 bernaberî Îranê dirav jibo kirîna çek û rextan xerc kirîye.

Zerîf pêgirî kir ku tenê bi saya hevkarîya welatên herêmê ewlehîya rastî dikare were dabînkirinê, dîyar kir: Tijîkirina cebilxanan ne dibe sedema aştîyê û ne jî dibe sedema serketina di şêrr de.