Tebax 13, 2019 18:07 Asia/Tehran
  • Damezirandina Navenda Lêkolînên Netewî Yên Cidakirina Pêşxistina Bikaranîna Îzotopên Mayinde li Îranê hat destpêkirinê

Damezirandina Navenda Lêkolînên Netewî Yên Cidakirina Pêşxistina Bikaranîna Îzotopên Mayinde îro bi amadebûna Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li Navenda Navokî ya Fordoyê hat destpêkirinê.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Elîekber Salihî di vê merasimê de ragihand: Hin pêngavên bilind li Erakê hatine rakirinê ku hewce nîne hûrgilîyên wan bên ragihandinê lê, divê bêjim ku em giheştine qonaxa çêkirina alavên rekatora jinûveçêkirî, yanî em ji qonaxa dîzaynan derbas bûne û kar baş pêşda diçin.

Ji hêla din ve Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê ragihand ku ev sazîya uranîyomê di asta sedî 4.5`ê de dimeyîne û meyandina oranîyomê seratir ji asta sedî 3.67`ê (asta dîyarkirî di Rêketinama Atomî de) bi merema dabînkirina ardûya pêwîst jibo hêzgehên welêt e.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Bêhrûz Kemalvendî îro di merasima destpêkirina avakirina Navenda Cidakirina Îzotopên Mayinde li Navenda Fordoyê desrbarê rewşa herîdawîyê ya uranîyoma meyandî de got: Uranîyoma meyandî ya zimhêrkirî ya Komara Islamî ya Îranê ji 300 kg`ê derbas bûye û giheştîye 360 heta 370 kg`ê.