Tebax 12, 2019 19:02 Asia/Tehran
  • Zerîf: Têrorîsma aborî dijî Îranê bi kêr nayê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî sepandina boykotên zalimane yên Amerîkayê dijî Îranê kir û pêgirî kir: Têrorîsma aborî dijî Îranê bi kêr nayê û bêewlehîtîya li herêmê zêde kirîye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf îro di hevdîtina digel Mîrê Qeterê Temîn Bin Hemed Bin Xelîfe Alê Sanî li Duhayê de, pêgirî ser sîyaseta Têhranê ya berfirekirina peywendîyên digel cînaran kir û got: Peywendîyên Îran û Qeterê mînakek jibo peywendîyên sîyasî yên Îranê û welatên herêmê ne.

Mîrê Qeterê Temîn Bin Hemed Bin Xelîfe Alê Sanî jî di vê hevdîtinê de amajeyî peywendîyên nêzîk û birayane yên Îran û Qeterê kir û rawêjkarîya her du welatan derbarê meseleyên navçeyî û navnetewî de û hewildana hevpar jibo çareserkirina pirsgirêkên herêmê pêwîst zanî.

Mîrê Qeterê herwiha pêgirî ser amadebûna Qeterê jibo pêkanîna aştî û istiqrarê li herêmê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf ku seredana Duhayê kiribû, piştî kutabûna wê seredanê li Twitterê seredana xwe ya Qeterê "gellekî avaker" wesif kir û dîyar kir ku tenê welatên navçê dikarin ewlehîya herêmê garantî bikin.