Tîrmeh 15, 2019 07:23 Asia/Tehran
  • Zerîf: Divê ewrûpîyan vîna cidî û piratîkî jibo parastina Rêketinama Atomî hebin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê li New Yorkê pêgirî ser vîna cidî û piratîkî ya ewrûpîyan jibo parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf ku bi merema pişkdarîya di civîna salê ya rayedarên pillebilind ên Civata Aborî û Civakî ya NY de şeva buhurî giheşte New Yorkê, dîyar kir ku ewrûpî meyla xwe jibo parastina Rêketinama Atomî nîşan didin ku eva têrê nake û divê ew jibo vê rêketinama navnetewî sermayeguzarîyê bikin ku hêşta me ev yeka nedîtîye.

Zerîf herwiha got: Ragihandina vîna parastina rêketinameyeke navnetewî digel ragihandina amadebûna jibo sermayeguzarîyê tam ferq dike.

Zerîf têkildarî binpêkirina Rêketinama Atomî ji hêla Amerîkayê ve jî got: Peymanşikênîya Amerîkayê tenê Rêketinama Atomî ya digel Îranê nagire ber xwe belkî Waşîngton ji hemî peymanên navnetewî yên wekî Peymana Hêzên navokî yên Navînbirr (INF) û Peymana Ticareta Azad a Amerîkaya Bakur (NAFTA) ku Kongirê jî ew pejirandibû, vekişîyaye.

Wezîrê Karên Derve yê îranê herwiha got: Amerîka ji ber peymanşikênîyê di civaka navnetewî de tenê maye û niha dema wê ye ku Amerîka bicvire civaka navdewletî.

Zerfî derbarê muzakireya digel Amerîkayê da jî got: Îranê terka masa muzakirê nekirîye, masa muzakirê heye lê, Amerîka bû ku bi awayekî neqanûnî û yekalî ji Rêketinama Atomî vekişîya û niha jî Amerîka xwe dizane ka bizvire masa muzakirê yan na.

Civîna salê ya rayedarên pillebilind ên Civata Aborî û Civakî ya NY derbarê belgeya ``pêşketina mayinde`` de ji roja Sêşem 9`ê Tîrmehê va destpê bûye û dê heta 18`ê Tîrmehê jî bidome ku di sê rojên dawîyê de yê di asta Wezîran de were lidarxistinê.