Tîrmeh 14, 2019 16:44 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Şîyana êrişkirin û derbelêdanê ya Îranê wêranker e

Fermandeyê Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Şîyana êrişkirin û derbelêdanê ya Îranê bi dû destpêbûna êrişê ji hêla zorbêjan ve, dê wêranker û poşmanker be.

Fermandeyê Artêşa Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî îro di merasimeke leşkerî ya Çiqa 25 a Hêza bejayî ya Artêşê li Tewrêzê de bi gotina wê yekê ku Îran destpêkerê hîç şerekî nebûye û nîne, dîyar kir: Rewşa roja îro ya navçê û cîhanê, amadebûna zêdetir ji ber berê pêwîst kirîye.

Serleşker Mûsewî herwiha got: Dijminên zorbêj û birîndarê Inqilaba Islamî, nexşe û komployên şeytanî hene ku amadebûnên curbicur ên netewî û leşkerî dikarin wan pûç bikin.

Fermandeyê Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê di Berevanîya Pîroz ( 8 salên şerê Îran û Iraqê) de carekê ji cîhanê re selimand ku jibo armancên xwe çawan li ber xwe daye, roja îro jî gellekî bihêztir ji wê demê yê armanc, gel û welatê xwe biparêze.