Gotûbêja telefonî ya Wezîrên Karên Derve yên Îran û Norwejê
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Norwejê bi riya telefonê li bara meselên curbicur, gotûbêj kirin.
Li gorî rapora beşa raghandinê ya Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemedcewad Zerîf li sefera Niyoyorkê hema ser piya serekî jî çû Norwejê û bi rêya telefonê Wezîra Karên Derve ya vî welatî Înê Êrîkson re, li bara peywendiyên dualî, rêketina navokî û meselên navçeyî gotûbêj kir.
Zerîf bona beşdariya li civîna salane ya rayedarên plebilind ên Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja şemiyê berê xwe da Niyoyokê.
Biryar e Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî Niyoyorkê bona beşdariya li civîna Wezîrên Karên Derve yên Tevgera Qeydnenasan sefera Venzeulayê bike.
Hevdîtina dualî bi rayedarên dewleta Venzuelayê re jî di bernama seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê bo wî welatî de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî Venzuelayê bona hevdîtinên dualî dê sefera Nîkaragoe û Bolîviyê bike.