Tîrmeh 14, 2019 16:07 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve: Îran bi Emerîkayê re tu muzakireyekê nake

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li tu astekê, tu muzakireyekê bi rayedarên Emerîkayê re nake.

Li gorî rapora beşa raghandinê ya  Wezareta Karên Derve, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyîd Ebas Mûsewî, di bersiva pirsa nûçegîhanan de, îdiaya peyama Emerîkayê bo Ûrisan bona muzakira bi Îranê re li asta Wezîrên Karên Derve derew da zanîn.

Di rojên buhurî de hin torên civakî û medyayan li bara hitmala  gotûbêja Îran û Emerîkayê bi navbenkariya Rûsiyê agahî dane.

Di eynî demê de, taxima nûnertiya Emerîkayê di civîna Konseya Hikimdarên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li Viyenayê, çarşemiyê 10 Tîrmehê bi daxûyaniyekê raghand: Waşengton amade ye bê şert û merc bi Têgranê re muzakirê bike.