Tîrmeh 14, 2019 09:08 Asia/Tehran
  • Zerîf bo Hant: Îranê dê derfirotina nifta xwe di her rewşekê da bidomîne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Yekşemiyê di gotûbêja telefonî tev Cirmî Hant, Wezîrê karên derve yê Englîsê tevî pêgiriya li ser neqanûnîbûna boykotn niftî yên Amerîkayê got: Komara Îslamî ya Îranê dê firotian nifta xwe di her rewşekê da bidomîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Mihemed Cewad Zerîf di vê gotûbêja telefonî da tevî amaheya bi meqsed û menzîla qanûnî ya niftkêşa Îranî li rojhilata Deryaya Sipî got: Yekîtiya Ewropayê ku hertim li dijkî sepandina derve-welatî ya boykotên Amerîkayê bûye, nikare bixwe kiryareke viha pêk bîne û dewleta Englsê divê bilez desteserkirina niftkêşa Îranê bi dawî bîne.

Zerîf her wiha derbarê Nazenîn Zaxerî û kesên din ên ku xwedan mafê welatîbûna Îran û Englîsê ku ji ber sûcên ewlehiyê li Îranê hatine girtin, ji hevtayê xwe yê Englîsî ra got: Girtin û darizandina van kesan li gorî pêvajoyên tam qanûnî cih hatiye û çaverêtî ji deleta Englîsê heye ku  rêzê li cihanîna qanûnê û serxwebûna saziya Dadweriyê li Komara Îslamî ya Îranê bigire.

Cirmî Hantê wezîrê karên derve yê Englîsê jî di vê gotûbêja telefonî da tevî pêgiriya li ser amfê Îranê jibo firotina nifta xwe û tevî diyarkirina dilguiraniya xwe ji zêdebûna kêşeyan li navçeyê, hêvîdarî kir ku encamên hilkolandinên hiqûqî û dadwerî li cebel Tariqê bibe sebeba azadkirina herî bilez a niftkêşa Grace1ê ku nifta Îranê dibir.

Hêza Deryayî ya Brîtanyayê Pêncşemiyê, 4ê Tîrmeha 2019an bi kiryareke neqanûnî niftkêşeke îranî li tengava Cebel Tariqê desteser kir.

Di rewşekê da ku Englîsê îdia kiriye ku desteserkirina vê niftkêşê bi armanca rêgirtina li ber binpêkirina boykotên Yekîtiya Ewropayê li dijî Sûriyê pêk hatiye, lê dewleta Spanyayê ku navbera wê û Londonê li er xwedîtiya avên derdora Cebel Tariqê kêşe heye bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku Englîsê ev kiryar li ser daxwza Amerîkayê pêk aniye. Amerîkayê îdia kiriye ku vê niftkêşê nifta xav jibo Sûriyê dibiriye. Amerîka û Israîlê ji Diziya Deryayî ya Englîsê pêşwazî kirine.