Tîrmeh 14, 2019 09:08 Asia/Tehran
  • Beîdînijad: Eger niftkêşa Îranî neyê azadkirin, kiryara Englîsê dê bêbersiv nemîne

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê wek berteka li hemberî destdanîna ser niftkêşa îranî ya "Grace 1"ê ragihand: Eger niftkêş û barê nifta Îranê neyê azadkirin, dê kiryara Englîsê bêbersiv nemîne.

Hemîd Beîdînijad, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê roja Şemiyê li Twittera xwe tevî pêgiriya li ser vêya ku Englîsê bi şaşitiya di warê destdanîna ser gemiya niftkêşa Îranê, nabe ku careke din şaşitiya xwe dubare bike, nivîsî: Ev niftkêş qanûn û pêvajoyekê binpê nake, lê dewleta Englîsê bi Diziya Deryayî û kiryara neqanûnî şaştiyeke viha pêk aniye.

Hêza Deryayî ya Brîtanyayê Pêncşemiyê, 4ê Tîrmeha 2019an bi kiryareke neqanûnî niftkêşeke îranî li tengava Cebel Tariqê desteser kir.

Rojnameya Cebel Tariq Kiranîkelê bi weşandina  hin twittan ji zarê Maykel Lamas Dozgerê giştî yê Cebel Tariqê ragihand ku Dîwana Bilind a vê navçeyê destdanîna ser vê niftkêşê heta 19ê Tîrmehê dirêj kiriye.

Rayedarên Îranî bi derewzanîna Îdiaya Englîsê ragihandin ku Sûriye meqsed û menzîla vê niftkêşê nebûye û bendera vî welatî zirûfa lengeravêtina vê gemiya mezin tunene.

Tevî vêya medyayan berbanga Şemiyê ragihandin ku Polîsê Cebel Tariqê hemî kedkarên niftkêşa Grace 1ê ya Îranê bêyî hilêxistina tawanê û bi danîna wesîqeyê azad kirine.

Polîsê Cebel Tariqê bi daxûyaniyê ragihand ku hemî kedkar bi danîna wesîqeyê azad bûne, lê lêkolîn didomin û niftkêşa Îranê hema wisa desteserkirî dimîne.