Tîrmeh 14, 2019 08:13 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya salvegera jidayîkbûna Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê

Îro Yekşemî, 11ê Zîqedeya sala 1440an a Koça Heyvî, hevdem digel 14ê Tîrmeha sala 2019an, salvbegera jidayîkbûna Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê, hezretê Reza (S) ye.

Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê di roja 11ê Zîqedeya sala 148an a Koça heyvî li bajarê Medîneya pîroz ji dayîk bû.

Ji fezîlet û qenciyên Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê hatiye bihîstin ku zanatir ji Îmam Reza (S) di serdema wî da tunebûye û Memûnê xelîfeyê Ebasiyan hertim ew bi pirsên cûrbicûr diceriband û wî hêjayî bersiv dida û bersivên wî wergirtî ji Qurana Kerîm bûn.

Gelê misilman û xwedêhez ê Îrana Îslamî di salvegera jidayîkbûna Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê bi amadebûna li şûnwarên pîroz ji wan li tirba wî ya paqij li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê, cejn û şahiyê li dar dixin.

Xwendina helbestan, xwendina pesn û medîheyan û axaftina li bara kesayetiya Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê û belavkirina şîranî û şerbetê ji bernameyên gelê misilman ê Îranê di salvegera jidayîkbûna hezretê Îmam Reza (S) ne.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê gihîştina salvegera jidayîkbûna hezretê Reza (S), Îmamê Heştan ê Şîeyên Cîhanê, li hemî misilmanên cîhanê pîroz dike.