Tîrmeh 13, 2019 17:52 Asia/Tehran
  • Astengkirina 3 miliyon Euro alîkariya însandostane bo ziyandîtiyên lehiyê yên Îranê

Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê got: Sê miliyon Euro alîkariya mirovdostane ya 20 welatên cîhanê bo ziyandîtiyên lehiyê li Îranê ji ber boykotên zalimane û yekalî yên Amerîkayê heta niha negihîştiye Îranê.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê Elîesxer Pêwendî, îro li nav koma nûçegihanan li Xuremavayê li rojavaya Îranê her wiha got: Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û 20 welatên cîhanê alîakriyên xwe yên kelûpelan di dema lehiyê da şandine Îranê ku ev kelûpel û amûr hatine parvekirin.

Pêwendî got: Sê miliyon Euro alîkriya diravî ji ber girêdana hisabên Îranê negihîştîye destê ziyandîtiyên lehiyê ku jibo vê yekê şopandinên lazim ji aliyê Alîkarê warê Mirovdostane yê NY û Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor pêk hatiye.

Ji ber barînên kêmdîtî di meha Adarê de û rabûna lehî û laserê li hin navçeyên bakur, rojava û başûrê Îranê, gellek ziyanên malî û canî çêbûn.

Li pey vê bûyerê, Amerîkayê hisabên Heyva Sor a Îranê girêdan û bi vî karî di rastiyê da gihandina alîakriyê ji welatên din bo ziyandîtiyên lehiyê li Îranê tûşî aloziyê anî.