Tîrmeh 11, 2019 19:08 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Alozî bi tenê bi dawîbûna terorîzma aborî li dijî xelkê Îranê çareser dibe

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku dîplomasiya Îranê, Emerîka xiste nav rewşa tecrîdê û got: "Alozî bi tenê bi dawîbûna terorîzma aborî li dijî xelkê Îranê çareser dibe".

 Muemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja bi televîzyona Meyadînê ku roja Pêncşemiyê hat weşandinê, bal kişand  ser sefera mişêwirê dîplomatîk ê serokkomarê Firansayê bo Têhranê û got: "Firansî lê dixebitin riyekê peyda bikin ku alozî kêm bibin li halekî ku  li rewşa şerê aborî ya niha, alozî bi tenê bi dawîbûna terorîzma aborî li dijî xelkê Îranê çareser dibe".

 Zerîf got: "Firansî hewl didin Emerîka dev ji boykotan berde û îmkana  kêmkirina  aloziyan hebe û asta serketina wan maye  ser hindê ku emerîkî çiqasî hevkariyê bikin".

 Muemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê li bara civîna awarte ya roja Çarşemiyê ya Konseya hikimdarên  Ajansa naneteweyî ya Enerjiya Atomê bona hilkolandina  kiryarên vê dawiyê yên  Îranê yên kêmkirina  berpirsiyariyên  Îranê di rêketina navokî de jî got. "Emerîkiyan bi kiryareke pêkenî civîna  konseya hikimdaran li dar xistin û cardinê selmandin ku b tenê mane".

Wezîrê karên derve yê Îranê teqez kir: "Dîplomasiya Îranê kariye  Emerîkayê li cîhanê bixe tecrîdê û dê ev pêvajoya bidome".

 Zerîf  kiryara Inglîzê ya rawestandina niftkêşa Îranê jî wek diziya deryayî da zanîn û got: "Ev diziya deryayî ji aliyê emerîkiyan ve cih hatiye".

Wezîrê karên derve yê Îranê xitabî welatên  navça rojava  Asiyayê jî got: "Tundriyên emerîkî û Rejîma siyonîstî tu carî dê eskerên xwe nekin gorriyê we û baştir e ku Îmarat û Erebistan vegerin  hevkariya navçeyî".