May 17, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Zerîf: Rizgarkirina Rêketinama Atomî erka civaka navnetewî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Rizgarkirina Rêketinama Atomî ya digel Îranê erka civaka navnetewî ye û heke civaka cîhanî fikir dike ku Rêketinama Atomî destkeveteke girîng e, divê wek Îranê jibo parastina wê pêngavên piratîkî rake.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf îro dema gihîşt balafirgeha Pêkenê li koma nûçegîhanan got: Civata cîhanî heta niha dewsa pêngavên piratîkî jibo parastina Rêketinama Atomî zêdetir daxûyanî daye.

Zerîf amajeyî pêngava piratîkî kir û got: Pngava piratîkî tam kivş e, divê rewşa peywendîyên aborî yên Îranê were asayîkirinê û eva jî pêngavek e ku di Rêketinama Atomî de amajeyî wê hatîye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê amajeyî vê mijarê dike lewma pêwîst e heke civaka navnetewî, welatên din ên pêbend û wajokerê Rêketinama Atomî û dostên Îranê têkildarî wê rêketinamê yên wekî Çîn û Ûrsêtê dixwazin ku ev destkevta were parastinê, divê bi pêngavên piratîkî wisa bikin ku gelê Îranê ji berjewendîyên Rêketinama Atomî sûdmend be.

Zerîf ku duh li Japonê bi rayedarên vî welatî re hevdîtinên xwe bi dawî anîn, îro bi mebesta gotûbêja digel rayedarên pillebilind ên Çînê ya derbarê meseleyên navçe û cîhjanê ji wan derbarê Rêketinama Atomî de gihîşt Pêkena paytexta Çînê.