May 17, 2019 09:02 Asia/Tehran
  • Zerîf: Tîma B`yê dê bi kiryarên şerxwazîyê xwe bikuje

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand: Tîma B (Benyamîn, Bin Selman û Bin Zayid) dê bi kiryarên şerxwazîyê dest bi xwekujîya sîyasî bike.

Ligorî rapora Navenda Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf ku ligorî gazîkirina hevtûşê xwe yê japonî seredana Tokyoyê kirîye, di hevpeyvîna digel televîzyonên NHK, Kiyodo û TBS`ê bersiva pirsên têkildarî alûgurên herîdawîyê yên derbarê Rêketinama Atomî, pêngavên Îranê û çaverêtîya ji civaka cîhanî de da.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê hevpeyvîna hevpar de pêgirî kir: Cîhana pêşketî divê himberî zobêjîya rêjîma Amerîkayê ya dijî welatên ku qanûnên berçav digirin û biryarnamên Konseya Ewelhîyê ya NY cih tînin, bisekine.

Zerîf berî vîya jî gotibû ku koma pêkhatî ji Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê John Bolton, Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû, Welîehdê Erebistanê Mihemed Bin Selman û Welîehdê Ebûzebîyê Mihemed Bin Zayid hewil didin ku li herêmê şêrr bi rê bixin.