May 16, 2019 19:21 Asia/Tehran
  • Textrewançî: Îran berovajî Amerîkayê, jibo kêmkirina gêreyê li herêmê hewil dide

Sefîr û Nunerê dayimî yê Îranê li NY got: Komara Islamî ya Îranê tu meykel jibo birêxistina gêreyê li herêmê tineye lê, jibo xweparastinê amade ye.

Sefîr û Nunerê dayimî yê Îranê li NY Mecîd textrewançî îro di hevpeyvîna digel Radyoya NPR a Amerîkayê de pêgirî kir ku Îran jibo kêmkirina gêreyê li navçê hewil dide û got: Mixabin hin kes li Waşîngtonê û rojavaya Asyayê bi dû gurrkirina gêreyan û handanê ne lê, Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku ser xêra gişkan e ku pêşîya bûyerên wiha bigirin.

Sefîr û Nunerê dayimî yê Îranê li NY derbarê idiaya New York Times`ê têkildarî teyarkirina qayiqên îranî bi çek û rextan de got: Ew gotegot pişkeke idiayên pûç û sexte ne ku dijî Îranê tên hilêxistinê ta ku amadekarîya pevçûn  ûşêrr bikin.

Textrewançî derbarê biryara Îranê ya vekişîna hin bisînorkirinên di Rêketinama Atomî de herwiha got: Pêngava Îranê anegorî xalên 26 û 36 ên Rêketinama Atomî ye û ew kar di rastîyê de jibo parastina wê rêketinamê hatine kirin.