May 15, 2019 10:40 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Bijardeya têkûz a gelê Îranê Berxwedan e

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî berêvariya Sêşemiyê di hevdîtina bi berpirsên welêt da destnîşan kir: Bijardeya têkûz û teqil a gelê Îranê di warê rûbirûbûna bi dijminan ra, berxwedana di hemî waran da ye, ji ber ku gotûbêja bi dewleta niha ya Amerîkayê ra jehrekî dupat bixeter e.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya ofîsa Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got: Helbet dê şer neqerwime, belkî rûbirûbûn, rûbirûbûna vîn û iradeyan e û di vî warî da gelê Îranê û pergala Îslamî bihêztir ji dijmin e û bi fezl û kerema Xwedê emê vê carê jî bi ser bikevin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Dijminên Komara Îslamî ya Îranê û di serê wan da Amerîka li gorî xwe wisa difikirin ku bi boykotên kêmdîtî dikarin derbê li Îranê bixin, li halekî ku metala Komara Îslamî bi hewil û têkoşîna gel û berpirsan qahîm e.

Hezretê ayetullah xamineyî her wiha got: Ji billî Amerîkayê, nabe ku em ji mal û heyitiya Qarûnên navçeya Kendava Farsê jî bitirsin, ji ber ku ewna tu xeletiyekê nikarin bikin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi raporên fermî yên navendên dewletî yên Amerîkayê, "Hebûna 41 miliyon amerîkiyên tûşî Birçîtî û bêewlehiya xwarekê", "Nerewabûna sedî 40ê zarokan", "Hebûna 2 miliyon û 200 hezar zindanî (Ku asta herî zêde ya cîhanî li gorî gelheyê ye)", "Zêdetirîn heujmara bikaranîn amadeyên hişber" û "Qewimîna sedî 31ê gullereşandinên komkî yên cîhanê li Amerîkayê" ji rastiyên vî welatî da zanîn û got: Bila hinek zêde Amerîkayê mezin û bixeter nîşan nedin, helbet nabe ku meriv ji dijminatiya dijmin xafil be, lê rastî ev e ku Amerîka tûşî pirsgirêkên cûrbicûr bûye.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku jibo çareserkirina pirsgirêkan nabe ku em çaveriya derveyî welêît bin, got: Çaverêtiya ji biyaniyan dibe sebeba derbeya li welêt û mînaka wê jî em di tevgeriyana ewropiyan digel Lihevkirina Atomî dibînin.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got: Me tu kêşe û pevçûnek digel ewropiyan tunebû, lê wan tu yek ji sozên xwe cih neanîn û di eynî demê da berdewam îdia dikin ku sozdarê Lihevkirina Atomî ne.