Adar 17, 2019 19:42 Asia/Tehran
  • Serleşker Ceferî: Îran tecrubeyên xwe dide ber destê mêhwera berxwedanê

Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba islamî ya Îranê got: Komara islamî ya Îranê tecrubeyên xwe dide ber destê mêhwera berxwedanê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Serdar Serleşker Muhemed Elî Ceferî Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku erdên dagîrbûyî di bin hedefa mûşekên Hizbullaha Lubnanê , îşareyî bereya berxwedana gelê Filistînê li Gazayê kir û ragihand: Ev qudreta bereya berxwedanê ji ber rewşa bêmînake inqilaba islamî ya Îranê ye.

Serdar Serleşker Muhemed Elî Ceferî bal kişande ser gefên Rejîma Siyonîtî û got: Siyonîstan xeyala berfirehbûna ji Nîlê Heta Feratê dîtibûn û li 50 salên bihurî dixwestin vê pilanê îcra bikin lê roja îro vê rejîma derew netenê nekariye bostek ji axa ku dagîr kiriye zêde bike ku parek pir ji axa ku dagîr kiribû ji dest daye.

Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba islamî ya Îranê destnîşan kir: dijmin li navçê qet serneketiye û her pilanekî dijmin li navçê rastî işkestê hatiye û tu encamek xîncî serketina inqilaba islamî ya Îranê û bereya berxwedanê tunebûye.

Wî bal kişande ser viya ku li nav Sûriyê mêhwera berxwedanê hema xelkê vî welatî bi xwe ye got: Nîzikî 100 hezar kes li nav Sûriyê wekî hêzên gelanî hene ku li hemberî terorîstên DAIŞ`ê û terorîstên El-Nusreh şer dikin û serketinên zav jî anîne dest.