Adar 17, 2019 18:58 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Civata Bilind a Aştîyê ya Efganistanê derbarê hewildana Îranê jibo ewlehî û istiqrarê li Efganistanê de

Civata Bilind a Aştîyê ya Efganistanê di daxûyanîyekê de ragihand ku Îranê hewla xwe jibo dabînkirina aştî, ewlehî û istiqrarê li Efganistanê bikar anîye.

Di daxûyanîya Civata Bilind a Aştîyê ya Efganistanê de hatîye: `` Komara Islamî ya Îranê piştgirîyê dide demajoya aştîyê ya di bin çavdêrîya wî welatî de û bi dû alîkarîya bo hikûmet û gelê Efganistanê bi armanca dabînkirina aştîyê ye.

Serokê Nivîsgeha Civata Bilind a Aştîyê ya Efganistanê Umer Dawûdzey duh bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf re li Têhranê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Zerîf di wê hevdîtinê de dabînkirina aştî û istiqrarê li Efganistanê jibo Komara Islamî ya Îranê girîng zanî.