Adar 17, 2019 18:56 Asia/Tehran
  • Pêgîriya serdar Baqirî ser derketina hêzên biyanî ji nav axa Sûriyê

Serok erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Hêzên biyanî ku bêyî hevahengiya tev dewleta Sûriyê di nav axa vî welatî da ne zû an direng gereku ji nav axa Sûriyê derkevin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Serleşker Muhemed Baqirî Serok erkantiya giştî ya hêzên çekdare Îranê piştî ku gihêşte Şamê paytexta Sûriyê li press konferansekê got:  Hêzên biyanî ku bêyî hevahengiya tev dewleta Sûriyê di nav axa vî welatî dane zû yan direng gere ku ji nav axa Sûriyê derkevin û li civînên sê alî di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê dê li ser vê yekê bê axivtin.

Serleşker Muhemed Baqirî destnîşan kir: Hedefa sefera bi Sûriyê pişkdariya li civîna sê alî ya di navbera Sûriyê, Îran û Iraqê ye ta ku hevahengiya tam li ser sekinîna li hemberî grûpên terorîstî li navçê bê kirin.

Serleşker Muhemed Baqirî herwisa got: Li hevdîtina tev karbidestên eskerî yên Iraq û Sûriyê li babeta hevkariya hêzên eskerî yên Îranê tev hêzên eskerî yên van du welatan jê dê gotûbêj bê kirin.

Li van salên vê dawiyê hevkariyên baş di navbera hêzên eskerî yên Îran, Iraq , Sûriyê û mêhwera berxwedanê hebûye û li şerê dijî terorîstan jî serketinên zav hatine dest.