Adar 17, 2019 18:23 Asia/Tehran
  • Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê êrişa têrorîstî ya li New Zelandê şermezar kir

Endamên meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê de êrişa têrorîstî ya li New Zelandê (Zelanda Nû) ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştinê û birîndar bûn, şermezar kirin.

Di daxûyanîya parlimanterên Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de hatîye: `` Êrişa têrorîstî ya li New Zelandê selimand ku jibo zorbêjên cîhanî, mafên mirovan û mafê jîyana mirovî tenê emrazek jibo pêşdebirina armancên nemirovane yên wan tên hesêb.

Endamên Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di daxûyanîya xwe da, pêgirî ser pêwîstîya sekinîna li hemberî her cure sûdwergirtina narewa ji navê islamê û misilmanan û girtina pêşîya bikaranîna istandardên durû li hemberî têrorîstan kirin.

Têrorîstan înîyê nîvro êrişî mizgevtên Linwood û Al Naoor ên bajarê Christchurch ê New Zelandê kirin û nimêjker dan ber gulleyan ku di encama vê cinayeta hovane de 50 nimêjker hatin kuştinê û 50 kes jî birîndar bûn.