Adar 17, 2019 17:06 Asia/Tehran
  • 112 destkevtên nû yên navokî yên Îranê dê bên nimandinê

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: 112 destkevtên nû yên navokî yên welêt yê di 9`ê Nîsanê de bên nimandinê.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Bêhrûz Kemalvendî îro herwiha got: Destkevtên nû yên Îranê di warê navokî, di warên teknîk, peydakirin, derxistin, demajoya ardûyê, hêzgeh, zanist, pêşketina di warê lêyzêrê de ne ku gellekî girîng in.

Kemalvendî herwiha got: Nimandina destkevtên nû yên navokî di rewşa niha ya Îranê de vê peyamê digihîne dijminan ku gelê Îranê bi berxwedana li hember boykotên aborî, gef veguhertine derfetê.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha got: Amerîkayê piştî bêhêvîbûn û işkesta di şerê leşkerî de, dest bi şerê tam ê aborî kir û niha jî boykot û zexta aborî kirine tenha heceta zordayîna ser Îranê.

9`ê Nîsanê li Îranê bi nîşana girtina qedrê zanyarên navokî yên Îranê û kemilîna demajoya ardûya navokî wekî Roja Netewî ya Têknolojîya Navokî hatîye binavkirinê.