Adar 17, 2019 16:14 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran xwazyarê berfirekirina peywendîyan digel hemî cînaran e

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Têhran hez dike peywendîyeke baş bi hemî cvînaran re hebe, dîyar kir: Heke di navbera me û hin cînaran de jî pirsgirêkek heye, ew pirsgirêk ne ji alîyê himber va destpê bûye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro li koma gelê Bûşêhrê (li başûra Îranê) pêgirî kir ku armanca Têhranê pêşketina hemî navçê ye, ragihand: Îranê bi cînarên xwe ji wan Qeter, Oman, Tirkîye, Komara Azerbaycan, Tirkmenistan, Efganistan û Pakistanê re peywendîyeke baş heye û dixwaze ku bi hemî cînaran re peywendîya wê hebe.

Rûhanî herwiha amajeyî seredana xwe ya Iraqê kir û got: Peywendîyên Îran û Iraqê li navçe û cîhanê mînak û bêhempa ne. Seredana sêrojî ya bo Iraqê û rêekitnamên ku li wir hatin wajokirinê vê yekê nîşan didin ku peywendîya Têhran û Bexdayê tenê peywendîya du dewletan nîne belkî peywendîya hemî çîn û qat, kom û kesayetîyên sîyasî, civakî û mezhebî ye.

Rûhanî herwiha amajeyî komployên dijminan ên jibo ku derbê li îranê bidin kir û got: Tevî ku Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û hin welatên paşvero yên herêmê bi hemî hêza xwe zorê didin ser gelê Îranê, tu wexta nikarin gelê Îranê bitewînin û teslîm bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha basa vekirina yek ji projeyên herîmezin ên enerjîya welêt li çiqa 4 a Parasa Başûr kir û got: Vekirina wan proja nîşan dide ku tevî zextên dijminan, Îran yê rêya xe bidomîne.