Adar 17, 2019 16:13 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Bila Ewrûpî pêbendê sozên xwe yên di çarçoca Rêketinama Atomî de bin

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê pêgirî ser pêwîstîya pêbendîya Ewrûpîyan li sozên xwe yên têkildarî Rêketinama Atomî ya digel Îranê kir.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî di hevpeyvîna digel Kanala Al Alamê de, bi gotina vê yekê ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, Ewrûpîyan di warê rakirina pêngavên guncav jibo parastina vê rêketinamê de gellek sistî kirîn, dîyar kir: Herçend ku Ewrûpîyan vîna sîyasî ya xwe jibo parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê û pêbendîya li wê ragihandin lê, tenê derîyeke darayîyê yê taybet vekirin.

Larîcanî herwiha got: Ewrûpî bi derîyê darayîyê yê ku vekirine dikarin ji boykotên Amerîkayê derbas bibin.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku parastin û domandina cihanîna Rêketinama Atomî maye ser şêwaza serederîya Ewrûpîyan û dîyar kir: Îran mercên din jibo muzakirê qebûl nake.