Adar 17, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Pêwendiyên Îran û Iraqê ew qas qahêm in ku yên din nikarin tê de alozî û îxlalê çêke

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî şeva borî li Rûniştina Konseya Bilind a Aboriya Îranê bal kişand ser sefera xwe ya Iraqê û got:Pêwendiyên du welatên cînar û misilman û bira ew qas qahêm û îstem in û li gor bingeh û nirxên hevpar in ku yên din nikarin tê de alozî û îxlalê çêke.

Li gor nûçeya IRNAyê, Ruhanî  di vê civînê de diyar kir ku dewlet û netewê Iraqê bi germî û semîmiyet ji taxima îranî pêşewazî kirin û ji ber vê yekê qdirzaniya wan kir û sefera xwe ya Iraqê pir erênî û weke xala werçerxan li pêwendiyên du welatan da zanîn û xwest ku bila lihevkirin û peymanên îmzabûyî navbera du welatan bi taybetî li warê aborî zûka bikevin meriyetê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemê 11 Adarê li gor daxwaza fermî ya Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi taximeke derecebilind a siyasî û aborî sefera Iraqê kir û bi rayedarên iraqî yên wek serokomar Berhem Salih, serokwezîr Adil Ebdulmehdî û serokê Meclisê Muhemed El-Helbûsî re û bi ayetullah Sîstanî merceyê şîeyên Iraqê re hevdîtin pêk anî û ser berfirekirina pêwendiyên du welatan û rewşa navçê bi wan re xeber da.

Li sefera hanê de serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî  li press Konferansa hevpar bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re desnîşan kir ku Iraq dixwaze pêwendiyên wê bi Îranê re pir baş bibin û iraqî destê hevaltî û biratiyê ber bi cînarê xwe yê Hêja Îranê dirêj dikin.

Adil Ebdulmehd herwiha qedirzaniya Îranê kir ji ber ku li şerê li dij terorîsmê li kêleka Iraqê bûye.