Adar 17, 2019 10:42 Asia/Tehran
  • Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) pîroz be

Îro 10 Receba 1440 a Koçberiya Hîvî hevdemê 17 Adara 2019 Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) kurê Îmam Reza (S) ye.

Îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) ku naznavê wî Cewad e, li sala 195 ya Koçberiya Hîvî li  bajarê Medîneyê çavên xwe ser vê dinyayê vekirin û piştî şehîdbûna bavê xwe yê hêja îmaîê heştan Hz. Îmam Reza (S)  rêbertiya misilmanên cîhanê girte sikura xwe.

Li dewrana îmam Cewad (S) firqe û komên curbicur ên ne-îslamî ketibûn holê û zanist û teknîkên curbicur ên netew û gelên din di nav mislmanan de cih û şûneke xwe ya taybet dîtibûn. Di vê rewşê de Îmamê Cewad (S) kete nav niqaşên zanistî û îdeolojîk û bi saya zanistên xwe yên Xwedêdayî bi dijberan û xwediyên îdeolojiyên curbicur re dikete nav niqaş û behsên curbicur û berevaniya Îmametê dikir.

Xelkê xwedêbawer û mumin ê Îrana Îslamî îro bi minasibeta Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) bajar û gundên xwe bi taybet bajarên pîroz ên wekî Meşhedê ku herema bavê Hz. Cewad anku herema Îmam Reza (S) tê de ye û bajarê pîroz ê Qomê bi çira û perçeyên rengîn xemlandine û bi belavkirina şêrnî ev roja mumbarek kirin cejn û ev mîlada hêja pîroz kirin. 

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jî Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) li gişt mislimanan pîroz dike.