Adar 16, 2019 19:59 Asia/Tehran
  • Salroja jidêbûna nehemîn imamê Şîeyên cîhanê pîroz be

Sibê Yekşem 10`ê Recebê, hevgavê 17`ê Adarê, salroja jidêbûna nehemîn imamê Şîeyên cîhanê imam Mihemed Teqî (s) ye.

Imam Mihemed Teqî (S) di 10`ê Receba sala 195`ê Koçî-Heyvî li şarê Medînê de hat dinyayê û piştî şehîdbûna bavê xwe imam Riza (S) heştemîn imamê Şîeyên cîhanê, berpirsîya rêvebirîya misilmanan da ser milê xwe. Nasnavê imam Mihemed Teqî (S) Cewad ul Eime ye.

Imam Riza (S) derbarê imam Cewad (S) de dibêje: ``Xwedê kurek daye min ku wekî Mûsa (S) deryayên zanistê diqelişîne.

Di serdema imambûna imam Cewad (S) de, firqeyên curbicur ên islamî û neislamî geş bibûn û zanistên gelên din bi awayekî taybet bal kişandibûn lewma, nehemîn imamê Şîeyên cîhanê tevlî nîqaş û gengeşeyên zanist û bawerîyê bû û bi sermîyana ilahî imamet di nîqaşên digel neyarên ji dînên curbicur parast.

Radyo û Teelvîzyona Kurdî ya Komara Islamî ya Îranê salroja jidêbûna imam Mihemed Teqî (S) li hemî misilmanên cîhanê pîroz dike.