Adar 13, 2019 07:48 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelên Îran û Iraqê ji hêla bawerî û çandî va tam yekgirtî ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev li nav koma bijarde, eşîr û rêberên mezhebî yên Iraqê li Kerbelaya Muella bi gotina vê yekê ku gelên Îran û Iraqê j hêla çandî û bawerî va tam yekgirtî ne, got: Tu hêzek nikare vê "Ometa Vahîde" ji hev veqetîne.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Serokomartiyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê eşîr û tevahya gelê Iraqê mazûvanine baş jibo ziyaretkirên tirbên Îmamên Rênuma (S) bi taybet di rojên Çilema Îmam Hisên (Erbe'yîn) da zanîn û got: Gelê Iraqê bi taybet Kerbelayê mazûvaniyeke pirr germ û semîmî ji ziyaretkiran di dem û gavên Erbeyînê pêk tînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îranî warê Kerbelayê wek warê Cîhad, Şehadet, Xwegorîkirin û Soz û wefayê dizanin.

Rûhanî berêvara Sêşemiyê di dewama bernameyên xwe yên sefera bo welatê Iraqê bi pêşwaziya parêzgarê Kerbelayê û Serkonsolê Îranê li Kerbelayê gihîşte vî bajarê pîroz û muqedes.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dema gihîştina bo Kerbelayê, bi şanazî çû ziyareta tirbên paqij û nûranî yên Îmam Hisên (S), Îmamê sisiyan ê Şîeyên Cîhanê û hezretê Ebulfezlê Ebas (S) birayê hêja yê Îmam Hisên (S).

Hesen Rûhanî sibeha Duşemiyê di serê desteyeka bilind a Siyasî û aborî jibo gerreka sêrojî gihîşte Bexdaya paytexta Iraqê.