Girtina heşt tawanbarên êrişa terorîstî ya riya Xaş bo Zahidanê
serokê giştî yê dadweriya parzêgeha Sîstan û Belûşistanê li başûrê rojhilata Îranê diyar kir: Bi hewldanên hêzên eskerî, ewlehiyê yên vê parzêgehê, heya niha 8 tawanbarên têkildarî êrişa terorîstî ya riya Xaş bo Zahidanê hatine girtin.
Çarşemiyê şevê, 13 Sibatê otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da 27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn. Koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş Ul-Zilmê berpirsiyariya vê êriş da isûtê xwe.
Li gorî rapora IRNA`yê, Îbrahîm Hemîdî îro pêncşemiyê bal kişand ser vê yekê ku du kes ji tawanbaran duh û îro hatien girtin û destnîşan kir: Ji şeş kesên girtî li rojên derbasbûyî jinek ku xwediya trimbêla întiharîbûye li bajarê Xaşê hatiye girtin.
Wî her weiha li bara leşfkirina malên tîmî li bajarên Xaş û Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê agahî da û got: Li van lêkolînan 150 kîlo teqemeniyên amadeyî teqînê li bajarê Xaşê û 600 kîlo teqemenî bona çêkirina bombeyan li bajarê Serawanê hatine keşfkirin.