Sibat 21, 2019 11:54 Asia/Tehran
  • Zerîf: Rejîma siyonîstî Mafên Navneteweyî binpê dike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh çarşemê kiryarên Rejîma Îsraîlê li deverê pir bib taluke dan zanînê û got: Rejîma Îsraîlê Mafên Navneteweyî binpê dike.

Li gor IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di hevpeyvîna bi rojnama Almanî ya Süddeutsche Zeitung(Zudduêçê Saytung) de bal kişand ser binpêkirina herêma hewayî ya Libnan û Sûriyê ji aliyê rejîma Siyonîstî û got: Pêngavên Îsraîlê li navçê binpêkirina eşkera a mafên Navneteweyî û biryarnamên NY`yê ye.

Zerîf êrişên Rejîma Îsraîlê ser Sûriyê nîşana şerxwaziyên vê rejîmê da zanîn û got: Rejîma Îsraîlê hertim li pey kiryarên bitaluke û bûyersaz e ku eva pir bi metirsî û taluke ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  herwiha bal kişand ser hebûna şêwirmendên leşkerî yên Îranê li Sûriyê û got: Şêwirmendên leşkerî yên Îranê li gor daxwaza dewleta Sûriyê li vî welatî de ne.

Rejîma Îsraîlê ji bo piştgiriya terorîastan hertim çeper û pêgehên artêşa Sûriyê û binavahiyên vî welatî dike hedefa êrişên xwe.

Piraniya desdirêjiyên hewayî yên Îsraîlê ji ser esmanê Libnanê cih tê. Rayedarên libnanî bi caran ev kiryara rejîma Siyonîstî şermezar kirine û ji rêxistinên navneteweyî xwestine ku rê li ber van kiryarên Rejîma Siyonîstî bigirin.