Sibat 21, 2019 10:30 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Îranê ji pêşketina Herêma Kurdistana Iraqê

Sefîrê Îranê li Bexdayê û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li hevdîtina xwe li ser guhertin û geşedanên herî dawiyê yên siyasî li deverê û berfirekirina pêwendiyên du alî gotûbêj kirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî civiya. Di vê hevdîtinê de sefîrê Îranê yê li Bexdayê got: Îranê piştgiriyê dide pêşketina Herêma Kurdistana Iraqê û eva jê re pir girîng e.

Di hevdîtinê de herwiha  behsa pêwendiyên dîrokî di navbera gelê Herêma Kurdistanê û gelên Îranê de hat kirin, herwiha pirsa bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de jî hate gotûbêj kirin,

Li gor daxuyaniya nivîsgeha Mesrûr Barzanî, Mescidî û barizanî li ser pêngavên pratîk ji bo berfirekirina bazirganiya Îranê tev Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

 Balyozê Îranê yê Bexdayê giringî da bihêzkirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku welatê wî dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam be û ragehand ku di dema bê de dê wan pêwendiyan bihêztir bikin û got ku aramiya Kurdistanê ji welatê wî re giring e.

Herwiha asayîkirina rewşa navçeyê û pêşhateyên dawî û aloziyên Iraqê babetên din ên civînê bûn.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistana Iraqê çend rojên berê jî li kêleka Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê jî bi wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re hevdîtin pêkanî û pê re derheq pêwendî û hevkariyên du alî li mijarên curbicur axivt.