Sibat 20, 2019 16:29 Asia/Tehran
  • Zerîf ji dewleta Amerîkayê ji ber durûtî û sepandina cotistandardîyê rexne kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji dewleta Amerîkayê ji ber durûtî û sepandina cotistandardîyê rexne kir.

Li gorî rapora Dayra Çapemenîyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Roj bi rojê komployên Amerîkayê ji bo xelkên cîhanê aşkira dibin.

Zerîf bi gotina vê yekê ku mijarên mafên mirovan û bernama navokî ne dilgiranîyên rastî yên Amerîkayê ne, dîyar kir: Destpêkê rojnamevanek tê pirtîkirinê û niha jî firotina qaçaxî ya têknolojîya navokî bo Erebistana Seûdî durûtîya Amerîkayê baş aşkira dike.

Li gorî rapora Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê, Serokomarê vî welatî Donald Trump hewil daye ku bi dizî ve Erebistanê bi têknolojîya gellekî hestyar û pêşketî ya navokî teyar bike.