Sibat 19, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • Serdar Pakpûr: Êrişker û 2 endamên tîma têrorîst a pêkînera êrişa li Sîstan û Belûçistanê pakistanî bûn

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî hûrgilîyên opêrasyona girtin û têkbirina cihên kombûna cihînerên êrişa têrorîstî ya li Sîstan û belûçistanê li başûra rojhilata Îranê got: "Êrişker û 2 endamên tîma têrorîst a pêkînera vê êrişê pakistanî bûn".

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî Serdar Mihemed Pakpûr li rex merasima rêzgirtina li şehîdên êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê ku li Têhranê hat lidarxistinê, li koma nûçegîhanan got: "Hêzên Lêzanîn û Opêrasyonên Taybet ên Îranê, piştî kivşkirina nasnama maşîna ku hat teqandinê, opêrasyona girtin û têkbirina tîma piştgirê vê maşînê destpê kirin",

Serdar Pakpûr herwiha got: "Hêzên Ewlehîyê yên Îranê di encama vê opêrasyonê da, jineke têrorîst girtin û ser vî esasî kesên din ên têkildarî vê êrişê jî nas kirin ku 2 kes ji wan pakistanî ne".

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî bi gotina vê yekê ku xwekujê ku êrişî otobosa hilgirê sînorparêzên îranî kir, kesekî pakistanî bi navê Hafiz Mihemedelî bû, dîyar kir: "3 kesên din ên tîma êrişê jî xelkê Sîstan û Belûçistanê bûn ku 2 kes ji wan hatin girtinê û yek jî revîye".

Serdar Pakpûr pêgirî kir: "Wê tîma têrorîst ku gellek alav û rext hebûn, dil hebû di roja 22`yê Behmenê da dest bi têrorê bike ku wê demê nekarî".

Di 13`ê Sibatê da otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da  27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn.