Sibat 19, 2019 16:30 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza Esmanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Emê b tundî bersiva her cûre gefekê bidin

Fermandarê Hêza Esmanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Emê bi tundî bersiva her cûre gefekê li dijî Îranê bidin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Fermandarê Hêza Esmanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîpê firokevan, Ezîz Nesîrzade îro anku Sêşemiyê li rêûrisma şîrovekirin û analîza destkeftên Hêza esmanî ya artêşa Îranê li zanîngeha fermandetî û erkantiya Artêşê, her wiha got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê nehêlin ku derbe li ewlehiya Îranê bikeve.

Fermandarê Hêza Esmanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Nesîr zade bal kişande ser rola bibandor a Hêza esmanî ya artêşê di serketina Înqilaba Îslamî da û piştî wê û got: Piştî serketina Înqilaba Îslamî, djminan serxwebûna gelê Îranê tamil nekirin û ji destpêkê va hin serêşî û acizî jibo Îranê pêk anîn.

Nesîrzade her wiha bal kişande ser hêz û qaweta Îrana Îslamî li cîhanê û got: Roja îro tenha welatê ku bi awayekî bihêz û biqawet di warên cûrbicûr da li hemberî Amerîkayê rawestiyaye û tevahiya stratijiyên mekteb û bîrdoziyên ne-xwedayî xistine ber pirsê, Komara Îslamî ya Îranê ye.