Sibat 18, 2019 19:57 Asia/Tehran
  •  Rûhanî: Îran tevî hemî boykotan dê pêvajoya geşatiyê bidomîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê ketiye riya bêminetiyê û got: Gelê Îran tevî hemî boykotan dê pêvajoya geşatiyê bidomînin.

Hesen Rûhanî roja duşemiyê li merasima  behrewegirtina ji faza sisyan a palînegha sterka  kendava Farsê li Bender Ebasê li başûrê Îranê got:  Ev yeka pir dijminan aciz dike ku  di rewşa ku li gor wan boykotên herî giran ser Îrana Îslamî da sepandine, bi tenê li 24 sietên bihurî û li parêzgehekê li kêleka bi dehan projeyên umarnî, 3 projeyên mezin û giring ên neteweyî xebata xwe destpê bikin.

Rûhanî destnîşan kir: Lezgîniya geşatiyê li Îranê tevî hebûan hewldanên dijminan, nîşana  hewldana  mileteke mezin û işkesta dijminan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran her wek ku  li dewrana  berevaniay pîroz bi yekitiya xwe dijmin işkest dan dê li v şerê aborî jî bi ser keve.

Hesen Rûhanî,serokê Komara Îslamî ya Îranê li duwemîn roja sefera wxe bo parêzgeha Hurmuzganê îro xebata faza sisyan a palîngeha  berhemên gazî yên sterka kendava farsê li bajarê Bender Ebasê  destpê kir.