Sibat 18, 2019 09:56 Asia/Tehran
  • Îran di rêza 11 welatên sereke yên cîhanê di warê çêkirina Jêrderyayiyan da ye

Alîkarê Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Jêrderyayî ya Fatihê, sembola herî berbiçav a hêza zanistî, lêkolînî û pêşeyî ya welêt e, got: Îranê di rêza 11 welatên sereke di warê çêkirina jêrderyayiyan da ye,.

Jêrderyayiya herî pêşketî ya Îranê bi navê "Fatih" roja Yekşemiyê tevlîkomgemiyên Başûrê ên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bû.

Alîkarê Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Deryadar "Emîr Restigarî" Yekşemiyê li hevpeyivîna bi kanala 2 ya Têlêvîziyona Îranê bi gotina vê yekê ku zêde ji 76 têknolojiyên rojê yên cîhanê li çêkirina Jêrderyayiya Fatih hatine bikaranîn, got: Vê jêrderyayiyê şiyaneka gellek baş a Pedafendî (Berevaniya ji êrîşên esmanî) û Afendî (Êrîşkirin) di bin û ser avê da heye.

Deryadar Restigarî boykotkirina Îranê ji aliyê dijminan va derfetek jibo pêşketinê da zanîn û got: Di pêşerojeka ne ewqas dûr da, yekem Tûrbîna deryayî bi şiyana zêde ji 20 MW (Mêgawat) jibo qayq û gemiyan  ji aliyê pisporên îranî va dê were çêkirin.

Li vî warî da, Emîr deryadar Hisên Xanzadî, Fermandarê Hêza deryayî ya artêşa Îranê tevî amajeya bi vê yekêî ku beriya Înqilaba Îslamî, Îran ji hêla zanist û têknolojiya Jêrderyayiyan va, destvala bû, got: Jêrderyayiya Fatih, zincîreya hêza berevaniyê ya di bin avê da kemiland.

Deryadar Xanzadî bi gotina vê yekê ku welatên navçeyê dikarin bi alîkariya hevdu ewlehiya navçeyê bi tamî dabîn bikin, got: Divê em biyaniyan ji navçeyê derxînin; Ji ber ku vê navçeyê jibo pêkanîna ewlehiyê tu hewcetiyek bi wan tuneye.