Sibat 17, 2019 19:52 Asia/Tehran
  •  Hilkolandina têkiliyên sînorî yên navça Serdeşta Îranê û Silêmaniya Iraqê

Civîna hevpar ên fermandeyên sînorvaniya navça Serdeştê li bakura rojava Îranê û parêzgeha Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca zêdekirina ewlehiya mayînde hat lidarxistin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr Newsê, li civîna hevpar a fermandeyên  sînorvaniya navça Serdeştê li bakura rojava  Îranê û parzêgeha  Silêmaniya Herêma Kurdistanê li bajarê Ûrmiyê navenda parzêgeha  Azerbaycana  rojava, li bakura roava Îranê hat lidarxistin. general Şahîn Îsmeîlî fermandê henga sînorî ya Serdeştê ser berfirehkirina hevkariyên sînorî yên Îran û Iraqê teqez kir.

  Îsmeîlî got: Ji ber liv û tevger û pîlanên  kirêt ên dijminan pêwîst e asta hevkarîên sînorî navbera Îran û Iraqê bên zêdekirin.

 General Emîd Fexredîn kelanterê sînorî yê Iraqê li parzêgeha Silêmaniyê jî daxwaza berfirehkirina peywedniyên dualî û çareserkirina pisgirêkan li ser sînorên hevpar kir.

Li dawiya vê civîna hevpar her du aliyan bona berfirehkirin û xurtkirina  peywendiyan û hevkariyên dualî hevhatinnameyek wajo kirin.