Sibat 17, 2019 10:48 Asia/Tehran
  • Zerîf: Rûniştinên Munîx û Warşoyayê nîşan dan ku Amerîka bi tenê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh li kêleka Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê li hevpeyvîna bi kanala lubnanî ya Al-Menarê re got: Rûniştinên Munîx û Warşoyayê nîşan dan ku Amerîka bi tenê ye.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Zerîf anî ziman ku ti kes li kiryarên Amerîkayê yên li dij Komara Îslamî ya Îranê bi Amerîkayê re nîne, çûnku Waşîngton qanûnên navneteweyî dane bin lingên xwe.

Alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence roja pêncşemê li rûniştina Warşowayê û duh jî li Konferansa Munîxê ji ewropiyan xwest herwek Amerîkayê ji nav Peymana Navokî ya bi Îranê re derkevin, lê belê Yekitiya Ewropayê ev daxwaza wî red kir.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Fedrîka Mogerînî li Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê desnîşan kir ku Ewropa  tevî gişt zext û zorên Amerîkayê Peymana Navokî bitûm cih tîne.

Zerîf herwiha li hevpeyvîna xwe bi Al-Menarê re  cardin piştgiriya xwe ji Lubnanê li warên curbicur diyar kir û got ku li hevdîtina xwe bi wezîrê parastinê yê Libnanê Îlyas Bûseib re li derveyî Konferansa Munîxê ew agahdar kir  Tehran amade ye hevkariya xwe ya aborî bi Beyrûtê re berfire bike.

Zerîf herwiha bal kişand ser muzakireyên Soçiyê jî û got: Serokomarên Îran, Rûsya û Tirkiyê li hevdîtina xwe meselên girîng bi taybet yên derheq Sûriyê bi başî gotûbêj kirin.

Muzakireya serokomarên Îran, Rûsya û Tirkiyê ser Sûriyê ya dewra çaran li roja 14 Sibatê li Soçiya Rûsyayê hat lidarxistin. Li vê muzakireyê Serokê Komara ÎSlamî ya Îranê Hesen Ruhanî desnîşan kir ku hedefa vê muzakireyê xebata li dij terorîsmê li Sûriyê û vagerandina ewlehî û îstiqrarê bo vî welatî û parastina yekperçetiya axa wê û amadekirina rê ji bo nivîsandina qanûna bingehîn a Sûriyê bû.