Sibat 14, 2019 15:50 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bingeha sereke ya terorîzmê li navça Rojhilata Navîn, Emerîka û Siyonîsm e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bingeha sereke ya terorîzmê li navça Rojhilata Navîn, Emerîka û Siyonîsm e û mixabin hin welatên niftzêm ên navçê jî, piştgiriya aborî didin terorîstan.

 Hesen Rûhanî,Serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja pêncşemiyê  beriya ku ji Têhranê berê xwe bide Sûçiya Sûriyê, bi boneya şehadeta komek ji pasdarên Inqilaba Îslamî sersaxî da malbatên giranqedr ên van şehîdan, hêzên çekdar, Sipahê pasdaran û fermanedtiay gişt hêzên Îranê û got: Ev cure cinayet dê bandorê ser viyana xurt û qahêm a gelê mezin ê Îranê nekin û ew dê riya ku bijartine, bi qawet bidomînin.

 Rûhanî bal kişand  ser vê yekê ku gelê Îranê dê qet li hember hêzxurtan xwe netewînin û xitabî hin welatên cîran ku komên tereorîstî axa wan bo cihanîna êrişên terorîstî bi kar tînin,got: Em temî li welatên cîran didin ku bila erkên xwe yên qanûnî li hember prensîpên cînatiyê cih bînin û îzna îstifada ji axa û welatê xwe li dijî welatên cîran nedin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara civîna Sûçiyê li ser krîza Sûriyê got: Parastina  yekperçetiay erdê vî welatî ji Îranê re giring e û divê hemî axa Sûriyê bikeve destê dewleta Şamê.

 Hesen Rûhanî,Serokê Komara Îslamî ya Îranê, ser deweta fermî ya Viladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê  bo beşdariya li civîna  serokên Komara Îslamî ya Îranê, Tirkiyê û Rûsiyê, vê sibê pêncşemiyê, ji Têhranê berê xwe da Sûçiyê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê biryar e li kêleka civîna Sûçiyê, cuda bi serokkomarên Rûsiyê û Tirkiyê hevdîtinêpêk bîne û bi wan re bişêwire.