Rêberê giranqedir ê Inqilabê ji ber şehîdbûna hejmareke personelên Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî sersaxî da
Rêberê giranqedir ê Inqilabê ji ber şehîdbûna hejmareke personelên Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di encama êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê sersaxî da.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Nivîsgeha Rêberê Giranqedir ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xaminêyî îro di peyamekê de ragihand: Destê cinayetkar ê kirêgirtîyan careka din di xwîna ciwanên salih û xizmetkar ên welêt da hat werdanê û hejmarek ji sermîyanên insanî ku jîyana xwe ji bo parastina sînoran û ewlehîya gel terxan kiribûn, di encama êrişa têrorîstên rûreş û dilreq da şehîd bûn.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha got: Têkilîya sebebkarên vê cinayetê tev sazîyên sîxorîyê yên hin welatên navçê û derveyî navçê bêşik û teqil e û dezgehên berpirs ên welêt divê bala xwe bidinê û vê yekê bi awayekî ciddî bişopînin.
Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha sersaxî da malbat û xizm û kesên şehîdên vê êrişa têrorîstî û malbata berfire ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî û pîrozbayî got û ji Xwedê teala bo malbatên şehîdan sebir, ji bo şehîdan dereceyên bilind û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn xwest.
Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka xwekujîyê.
Navenda Leşkerî ya Qudsê a Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî şeva buhurî di daxûyanîyekê da ragihand ku 27 kes di encama wê êrişa têrorîstî de 27 şehîd û 13 kes jî birîndar bûn.
Koma têrorîstv a Ceyş ul Zulmê şeva buhurî di daxûyanîyekê de berpirsîya vê cinayetê da ustîyê xwe.