Sibat 14, 2019 13:22 Asia/Tehran
  • Berteka Zerîf li hemberî xeyala pûç a Netanyahû ya derbarê Îranê da

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê bertek nîşanî peyama Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst a derbarê şerê li hemberî Îranê de da.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf bi rêya rûpela xwe ya Twwiterê wekî berteka li hemberî xeyala pûç a Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst a derheq şerê li hemberî Îranê da pêgirî kir: Îran xeyalên pûç ên Natanyahû baş nas dike, niha cîhan û ewên ku li civîna pêkenî ya Werşoyê pişkdar in jî wan baş dizanin.

Piştî ku Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst roja çarşemê li rex civîna Werşoyê basa  hevdîtina digel rêberên Ereb a ji bo şerê dijî Îranê kir, Berdevkê Natanyahû dema pînekirina vê xeyala pûç got: Mebesta Serokwezîrê Israyîlê têkoşîna li hemberî Îranê bûye.

Di vî halî da Twwiterê şeva buhurî peyama Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst a ku têda xwestibû li hemberî Îranê şêrr bike, ji rûpelê rakir.

Pêkutîya Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ji bo nasandina civîna Werşoyê wekî civîneke dijî Îranê di halekî da ye ku dewletên Amerîka û Polonyayê ji ber zext û zora raya giştî û berpirsên ewrûpî neçar mane ku ji helwêsta xwe bên xwarê û ragihînin ku armanca civîna Werşoyê seratir ji tenê balkişandina ser Îranê ye.