Sibat 14, 2019 09:06 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Êrişa ser personelên Sipahê nîşandayîna asêbûna dijminên gelê Îranê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê êrişa hovane ya ser otobosa hilgirê personelên fidakar ên Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî li cadeya Xaş-Zahidanê li başûra rojhilata Îranê nîşandayîna kûratîya asêbûna kirêgirtîyên cinayetkar û dûvikên dijminên gelê Îranê zanî.

Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da  27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Serokomarîyê, Serokê Komara Islamî ya Îranê hesen Rûhanî îro di peyameke bi rêya Twwiterê da pêgirî kir: Bê guman êrişker û hemî piştgirên vê kiryara kirêt û şûm dê bi saya hewildana hêzên ewlehîyê yên welêt bigihêjin sizaya cinayeta ku kirine.

Rûhanî herwiha got: Ev cinayeta lekeyeke reş a din li karnama reş a piştgirên sereke yên têrorîsmê li Qesra Sipî, Tel Avîvê û dûvikên wan ên navçeyî ye ku him karên pêkenî ji bo tirsandina welatan ji Îranê dikin û him jî idiaya têkoşîna dijî têrorîsmê û dabînkirina ewlehîyê ji bo Rojhilata Navînê dikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Hevdilî û tifaqa gelê Îranê di warê parastina armanc û hizrên bilind ên nizama Islamî û netewî, dê hêvîyên dijminan pûç derxe û wan poşman bike.