Sibat 14, 2019 07:23 Asia/Tehran
  • Berteka Zerîf li hemberî êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê şermezar kir û got: Eva ku Îran tam di roja lidarxistina civîna pêkenî ya Werşoyê da dikeve ber êrişa têrorîstî, ne tesaduf e.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf di peyameke bi rêya Twwiterê da ragihand: Hogirên têrorîstên ku sînorparêzên îranî kuştin, li kolanên Werşoyê ji ber vê kiryara têrorîstî kêfxweşîya xwe nîşan didin û bi bikaranîna robotên twwiterî piştgirîyê didinê.

Zerîf herwiha got: Tu dibê qey Amerîka hertim eynî şaşitîyê dike lê çavlirê ye ku encamên cida bi dest bixe.

Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka xwekujîyê.

Navenda Leşkerî ya Qudsê a Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî şeva buhurî di daxûyanîyekê da ragihand ku 27 kes di encama wê êrişa têrorîstî  de 27 şehîd û 13 kes jî birîndar bûne.

Koma têrorîstv a Ceyş ul Zulmê şeva buhurî di daxûyanîyekê de berpirsîya vê cinayetê da ustîyê xwe.

Vê koma têrorîst heta niha berpirsîya çend têror û kuştinên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji wan şehîdkirina 9 sînorparêzên îranî li navça Mîrcawê ku di 26`ê Nîsana 2017`ê da qewimî, daye ustîyê xwe.

Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê li başûra rojhlata Îranê şeva buhurî tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya ser otobusa hilgirê sînorparêzên îranî, ji îro ve mideha 3 rojan şînga giştî ragihand.