Nimandina yekim Oltrasantrîfiyûja Îranê
Bi nimandina yekim oltra santrîfiyûja berhemê lêkolên îranî, zanista berhemanîna vê mekîneyê ji înhisara Emerîka û Japonyayê derket.
Oltrasantrîfiyûj hin mekîne ne ku li pêşeya xwarek û dermanan bi kar tên lê pirtir li beşa lêkolîn, pêşeyên niftê, gaz û pêtroşîmiyê bona cidakirina zerereyên bi dansîteyên curbicur bi kar tên.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB Newsê, beriya niha, bi enê welatên Emerîka û Japonyayê hêza çêkirina mekîna Oltrasantrîfiyûjê hebûn lê Îranê karî ku Oltrasantrîfiyûj dermanî bi şiyana 60 hezar dor li deyqê berhem bîne.
Mînakên curbcur ji mekîna Oltrasantrîfiyûj ê li cîhanê tên çêkirin lê mînakên ku xwediyê taybetmendiya 60 hezar dor li deyqê tenê li her du welatên Japonya û Emerîkayê berhem tên û ji niha şûn de li Îranê berhem bên.