Wilayetî: Piştgiriya ji Filistînê yek ji nirxên bingehîn ên Inqilaba Îslamî ye
Şêwirmendê karûbarên navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê û Qudsa Şerîf wek yek ji nirxên bingehîn û prensîpên stratejîk û armancên bilind ên Inqilaba Îslamî ya Îranê da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Şêwirmendê karûbarên navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî Elî Ekber Wilayetî, roja çarşemiyê li civînekê bal kişand ser vê yekê ku piştgiriya ji Filistînê li 40 saliya Inqilaba Îslamî ya Îranê pir giringiya xwe heye û got: Îro rojê bereya berxwedana Inqilaba Îslamî pir bihêz e û Rejîma Siyonîst zêdetir ji berê li halê lawazbûn û têkçûyînê ye.
Wilayetî bal kişand ser lidarxistina civîna li dijî îranî ya Verşoyê û destnîşan kir: Ger çi Emerîka dil heye li vê civînê ku rayedarên derece du, derece sê û yên li asta karzanan ji hin welatan têde beşdar bûne, Îranê wek mesela ewil a navçê nîşan bidin lê rasitî nîşan didin ku qirar e bibe destpêkek bo fermîkirina hevkariya Rejîma paşvero a erebî bi Rejîma Siyonîstî.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî destnîşan kir: Li vê civînê her wiha ew hewl didin rewşê bo hevdîtina fermî ya rayedarên siyonîstî bi rayedarên siûdî û her wiha pêkanîna rewşê bo damezrandina hevalbendiya erebî-ibrî û lawazkirina mesela Filistînê xweş bikin ku divê li hember van komployan hişyar bin.