Sibat 13, 2019 17:00 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Inqilabê Daxûyanîya Pêngava Duyem a Inqilabê ji bo gelê Îranê ragihand

Daxûyanîya Pêngava Duyem a Inqilabê ji alîyê Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ve bi boneya çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî bo gelê Îranê hat ragihandin.

Li gorî rapora Malpera Ragihandinê ya Rêberê girnqedir ê Şoreşa Islamî, hezretê ayetullah Xaminêyî îro di vê peyamê da Şoreşa Islamî ya gelê Îranê xurt û gelê Îranê jî dilovan, efûker û heta mezlûm zanî û got: Inqilaba Islamî ya Îranê li hîç meydanekê heta li hemberî Amerîkayê û Seddam, destpêkerê şêrr nebûye û di hemî babetan da, piştî ketîye ber êrişê, dest bi xweparastinê kirîye û helbet li hemberî derbeya dijmin, bersiveke qahîm daye.

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Islamî ya Îranê di vê peyamê da istiqrar û ewlehîya welêt, yeperçetîya axê û parastna sînoran, binesazîyên girîng ên avedankirin û aborî, jordaçûna berbiçav a pişkdarîya gel di meseleyên sîyasî yên wekî hilbijartinan de, jordaçûna agahîya sîyasî ya gel û nêrîna wan derheq meseleyên navnetewî, parvekirina dadmendane ya imkanên giştî yên welêt, jordaçûna pîvana meinewîyet û exlaqê li civakê û berxwedana li hemberî zorbêjên cîhanê di serê wan li hemberî Amerîkayê da pişkeke bisînor a destkevtên Inqilaba Islamî dan zanînê.

Hezretê ayetullah Xaminêyî di vê peyamê da bi gotina vê yekê ku Îrana xurt a roja îro jî wek Inqilabê pêrgî pirsgirêksazîya zorbêjan e, dîyar kir: Heke di destpêka Inqilabê da pirsgirêk qutkirina destê kirêgirtîyên bîyanîyan bi girêdana balyozxana Rêjîma Sîyonîst li Têhranê yan rezîlkirina Waşîngtonê bi girêdana balyozxana Amerîkayê ku wekî hêlûna sîxorîyê li Têhranê bû, ba, îro rojê kêşe û pirsgirêk têkildarî hebûna xurt a Îranê li sînorên Rêjîma Sîyonîst, johilêrakirina nifûza narewa ya Amerîkayê li navçeya rojavaya Asyayê û piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji têkoşîna filistînîyan û parastina alaya bilindbûyî ya Hizbullah û berxwedanê li seranserî vê navçê ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha di vê peyamê da derbarê zanist, lêkolîn, meinewîyet, exlaq, abor, dadperwerî û têkoşîna dijî gendelîyê, serxwebûn û azadî, rûmeta netewî û peywendîyên digel welatan û naskirina dijminan û şêwaza jîyanê de hin temî dan gelê Îranê.