Sibat 13, 2019 16:02 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Komployên Amerîkayê bandorê li vîna gelê Îranê nakin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Komployên zilhêzên cîhanê nemaze yên Amerîkayê nikarin bandorê li vîna gelê Îranê bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna digel Desteya Wezîran de bi gotina vê yekê ku gelê Îranê di meşa Roja 22`yê Behmenê da ya ji dêstî hat kir, ragihand: Gelê Îranê di vê meşê da ji cîhanê ra ragihand ku tu wexta naxwaze çarenûsa xwe bispêre destê zorbêjên bîyanî.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku rêya ku gelê Îranê 40 salan berî niha bi awayekî durist bijart û girt ber xwe bi awayekî xurt didome, dîyar kir: Dijminan mideha yeksala buhurî da gellekî hewil dan ku gelê Îranê dilgiran, perîşan û bêvêhî û poşman bikin lê gelê Îranê ji bo parastina rûmet, serxwebûn û heysîyeta xwe li ber xwe dide û hazir nîne ku li hemberî dijmin teslîm bibe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser civîna sêalî ya Îran, Tirkîye û Ûrsêtê ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê ku wê li Soçîyê bê lidarxistinê jî û got: Pişkdarîya Îranê di wê civînê de nîşan dide ku gel, dewlet û berpirsên Komara Islamî ya Îranê ji bo istiqrar û ewlehîya herêmê hewil didin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî sibê ango Pêncşemê yê li gorî teylîfa Serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn ji bo pişkdarîya di civîna serokomarên Îran, Ûrsêt  û Tirkîyê da seredana Soçîyê bike.